Herêma paytexta Elamanyayê îro bûye navnîşaneke sereke ya pîşesaziya filman. Her û her bêtir berhemhênerên navnetewî filmên xwe li Berlînê dikşînin. Her ku diçe bêtir çêkerên film û berhemên televizyonê li vir warê xwe yê hunerî dibînin û her ku diçe jî bêtir fîrmên biçûk û herweha yên orte jî li vir bi cih dibin. Lê Berlîn weke bajarekî filman timî ji balkêşî û hezkirina mirovan bo film dijî. Ev jî derbirîna xwe ne tenê di çarçeweya yek cûreyên sînemayê dibîne, belkû di pirrengiya mezin a festîvalan.
Festîvala filmên kurdî jî, ku îsal bi cara xwe ya 5emîn derbasî yobîleke biçûk dibe, yek ji regezên vê platforma sînemayî ya danûstandinê ye. Pîroz be!
Mirov herweha dikare festîvalê ji bo tiştekî din jî pîroz bike: Ew nîşan û derbirîna pirrengiya Berlînê ya çandî ye û pişikdarê wê yekê ye ku mirov li vir hev bêtir nas bikin û ji hev têbighêjin.
Ji xwe film hêzeke wî ya mezin heye. Zimanê wî pirê caran li seranserê cîhanê tê famkirin. Dîmenên bi liv dikarin bandorê li ser têgehiştina me bikin, ew dikarin me ber bi ponijandinê ve bibin. Ew bihevguhertina buha û prînsîpan pêk tînin, lê ew berî her tishtî dikarin rêzgirtin û têgehiştina bo çand û şêweyên cuda yên jiyanê bidin hişyar kirin.
Bi kurtî: Film dikarin çavên yekî vekin.
Di vê çarçeweyê û di çeşnê hevjiyaneke gunciyayî û aştiyane li metropola navnetewî Berlîn ez ji festîvalê re hêviya cemawereke emekdar bo filmên kurdî dikim. Ji bo hemû mêvanên 5emîn festîvala filmên kurdî li Berlînê hêviya demên geş di sînemayan de di gel hevdîtinên balkêş, dikim.

Klaus Wowereit
seroke saredarya Berline
