Belgefilm

38

Derhênerî: Cayan Demîrel
Tirkî 2006, 67 deqe, Tirkî / Kurdî (Zazakî), OmU

“38”, sala Komkujiya Dêrsimê li Kurdistana Tirkiyê, sernivîsa dengê bêdengiya kolektîv û herweha jibîrkirinê ye. Kesên ku ji vê komkujiyê filitîn, hez dikin bêdeng bin. Tirsa ji berdewamkirina çewisandinan, ku di hundirê wan de qurm daye, dihêle ku êşa kûr ku wan dîtiye ji aliyê tevan ve berdewam hebe û mîna nepeniyeke baş veşartî bi haydarî di tariyê de bimîne. Derhênerê kurd ê ji Dêrsimê Cayan Demîrel dixwaze vê êşa kûr eşkere bike û bi vî rengî beşdarî serastkirineke dîrokî û danûstandineke nû bi Komkujiya Dêrsimê re bibe.

Arka Bahçede Yıkım

Derhênerî: Murat Balki
Tirkî 2006, 48 deqe,Tirkî, OmeU

Ev film behsa wêrankirina xaniyên Gecekondus dike, ku bê plan li Stenbolê hatin çêkirin.

Berxwedan ("Widerstand")

Derhênerî: Orsola Casagrande, Bibi Bozzato
Îtalya 2007, 40 deqe, Tirkî, OmeU

Ev belgefilm portreyeke koma kurdî “Koma Berxwedan” pêşkêş dike û di heman demê de çîroka şerê azadiya Kurdistanê dibêje. "Koma Berxwedan" ne tenê yek ji balkêştirîn û nûjentirîn komên di warê muzîka kurdî de ye, ew herweha grûpeke ku gelekî ji ceribandinan hez dike. Mirov dikare wê weke komeke vekirî bi nav bike, ku muzîkvanên wê yan têne hilbijartin an jî li gorî derfetan têne cem hev, û her endamek wê jî dikare bê guhertin. Ji bilî evîna wê ya ji muzîkê re “Koma Berxwedan” herweha bi peyamên xwe yên siyasî hatiye naskirin.

Close-up Kurdistan

Derhênerî: Yüksel Yavuz
Elmanya 2007, 104 deqe, Kurdî / Tirkî, OmU

Di vî belgefilmî de derhêner Yûksel Yavuz çîroka xwe ya şexsî wekî koçberekî bi rewşa teze ya kêşeya tirkî-kurdî ve girêdide. Rêwîtiya wî li Hamburgê, ku ew îroj lê dijî, dest pê dike, wî dibe Stockholm û Tirkî û li Kampa Mexmûr a penaberan li Kurdistana Iraqê bi dawî tê. Piştî serdana wî ya li cem dê û bavê wî li gund, ew mirov, hevalên berê û lehengine din li Enqerê, Stenbol, Amed, gundan û herweha li Kurdistana Iraqê dibîne. Li ser rêya xwe ew rastî mirovine cuda û çarenivîsên wan tê – mirovin ku beşek ji wan li Tirkî, beşek din jî li koçberiya ewropî dijîn. Yek ji lehnegan Dr. İsmaîl Beşikçî ye, ku ji ber lêkolînên wî di warê çanda kurdî de 17 sal di zindanên Tirkiyê de derbas kirine. Li aliyekî din Ebdulkadir Ayğan heye, ku çend salan wekî Contra-Guerilla di şerê qirêj ê li dijî muxalifên kurd de şer kiriye. Ev film çîrokekê dibêje, ku rastiyên siyasî bi çarenivîsên şexsî ve girêdide. (www.closeup-Kurdistan.de)

Mêvan: Yüksel Yavuz (Derhêner)

Festîval:           
2008 Human-Rights-Filmfestival Montreal
2008 Crossing-Europe-Filmfestival Linz

Durchs Wilde Kurdistan

Derhênerî: Faysal Dağli
Elmanya 2005, 42 deqe, Kurdî

Ev belgefilm romana Karl May "Durchs wilde Kurdistan" dixe bin neynikê. Nivîsên Karl May li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn bi serkeşiyên dirêj ve girêdayî ne.

Mêvan: Faysal Dağli (Derhêner)

Ein Lied für Zagros (Stranek ji bo Zagros)

Derhênerî: Halil Uysal,
2007, 50 deqe, Kurdî

Di belgefilmê dawî yê Halil Uysal de, ku ta niha li ti deverê nehatiye nîşandan, behsa kurê Dengbêjekî tê kirin. Kurê Dengbêj bi xwe jî dibe Dengbêj, lê diçe nav çiyayên Kurdistanê, ku bûne nîşana evîna azadiyê ya Kurdan.
(Yekem car tê nîşandan)

Mêvan: Devrim Akadağ (Rojnamevan), Özgür Rayzan (Derhêner)

Handful of Ash

Nebez Ehmed
Iraq 2007, 33 deqe, Kurdî, OmeU 

“... û dûra wan arî bi ser de kir...”, wilo jinên di vî belgefilmî de behsa sinetkirina jinan li Kurdistana Iraqê dikin. Ev filmê hestyar bi gera xwe ya kamereyê ya haydar rê vedike ji nerînekê re li ser hovîtiyê, ku pêwîstî bi dîmenên hejîn û bi xwîn nedîtiye.

İnsan-i Kamil (“Der Weise im Tal”)

Derhênerî: Buket Aydin
Tirkî 2007, 60 deqe, Tirkî / Kurdî (Zazakî), OmU

Ev belgefilm çîroka pîremêrekî dibêje ku li hêrêma çiyayî ya Dêrsimê dijiya. Mirovên li vê herêmê endamên ola mûstîk a Elewiyan bûn. Firk Dede yek ji nûnerên kevn ên vê olê ye, lê jiyana li derûdora wî hatiye guhertin.

(Cara yekem li Elmanyayê tê nîşandan)

Mêvan: Buket Aydin (Derhêner)

Musikliebe

Derhênerî: Yusuf Yeşilöz
Swêsra 2008, 53 deqe, Elmanî / Tirkî / Georgî, OmU

Du muzîkvanên jin û muzîkvanek mêr, ku çîrokên jiyana wan bi temamî ji hev cuda ne – lê ne tenê evîneke muzîkyane wan bi hev ve girêdide, ku ew bi hevjînên xwe ve par dikin. Hersiyan li welatê xwe karyêrên serketî bi dawî anîn û divê li Swêsrayê jiyaneke nû pêk bînin. Piyanîsta jin Tamriko Kordzaia ji Georgiya ji bilî pêkanîna konsêrtan herweha li dibistaneke muzîkê dersan dide, komponîst û stranbêj Semîr Esshabî ji Mexrib gelek caran bi koma xwe re beşdarî konsêrtan dibe û stranbêj Ülkü Fazilet Bozkurt ji Tirkiyê dest pê dike ku li pêşiya guhdaran stranan bêje. Nêzîkbûneke hestyar a muzîkvanên hestyar û destpêka wan a nû li koçberiyê.

Mêvan: Yusuf Yeşilöz (Derhêner)

Return to Kirkuk

Regie: Karzan Sherabayani
Grotbritannien / USA / Irakisch-Kurdistan 2006, 90 min, Kurdisch, OmeU

Sozdar - Eine, die ihr Versprechen lebt

Derhênerî: Annegriet Wietsma
Hollanda 2007, 70 deqe, Hollandî / Elmanî / Tirkî / Kurdî, OmeU

Naveroka vî filmî li ser Nuriye Kesbîr e, ku ji dema ew ket nav rêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê navê “Sozdar” li xwe kiriye. Di sala 2001ê de Nuriye Kesbîr ji çiyayîn Kurdistanê hate Hollandayê, da ku li Ewropayê bi jin û mêrên kurd re li ser rizgariya jinên kurd û stratêciya PKK a nû guftûgo bike. Ji ber ku Tirkî doza girtina wê dike, ew li balafirxaneya Schipholê hate girtin. Annegriet Wietsma çîroka Nuriye Kesbîr bihîst û çar sal û nîvê li gelek dozên dadgehê, mayinên di zindanê de û herweha dema vegera wê ji bo Kurdistanê di sala 2006ê de pê re bû.

Festîval:           
2007 Internationales Filmfestival Amsterdam

Und macht euch die Erde untertan

Derhênerî: Christoph Walder
Nemsa 2008, 60 deqe, Elmanî

Ilisu: gundekî çiyayî yê biçûk bi çend sed niştecî. Ew li Kurdistana Tirkiyê li ser qiraxên Diclê dimîne. Plan ew e ku li şûna Ilisu bendavek mezin çêbibe, da ku ava çemê Dicle ligel ava hemû çemên qiraxan li ser bi sedan kîlometran bê komkirin. Eger ev plan bi cî bibe, hingî bêtirî 200 deverên tije mirov dikevin çarçeweya vê projektê de, bêtirî 95 ji wan têne binavkirin. Hingî bi dehhezaran mirov divê ji xaniyên xwe derkevin û dev ji warên berdin ku bi hezarên salan lê dijîn. Bajarokê antîke Eskîf di dilê Kurdistanê de jî yek ji wan deveran e. Ev 11.000 sal in ku xelk li Heskîfê dijîn û tevî şerên di navbera Faris, Romî û Osmanan de wek xwe maye. Niha plan ew e ku wê binav bikin û pê re beşekî ji dîroka Rojhilat û Rojava.

(Cara yekem li Elmanyayê tê nîşandan)

Mêvan: Ercan Ayboğa (Initiative to Keep Hasankeyf Alive)


Close up Kurdistan


İnsan-i Kamil (“Der Weise im Tal”)


Sozdar - Eine, die ihr Versprechen lebt


DEUTSCH


5. Kurdisches Filmfestival Berlin - 2008
Zum Seitenanfang springen