Em gelek kêfxweş in ku Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê îsal ji bo pêncemîn care tê lidarxistin.
Ne ji zû de ye, hîna berî deh salan bû ku me li ser hebûn û tunebûna sînemayeke neteweyî ya Kurdan guftûgo dikir. Hejmara filmên bi zimanê kurdî nedigihişt hejmara tilliyên destekî. Îroj mirov dikare bi rehetî bibêje ku sînemaya kurdî ji dayik bûye û di dema mezinbûyînê de ye.
Herçendî ku li dewletên weke Tirkî, Îran û Suriyê li ser ziman û çanda kurdî qedexekirin berdewam be, lê dîsa jî bi salan e ku nêzîkî deh filmên dirêj yên kurdî tên çêkirin. Her wiha bi sedan filmên kurt û belgeyî derdikevin holê. Derfetên Kurdistana azad û alîkariya teknolojiya dîjital sedemên sereke yên vê pêşveçûnê ne. Wisa tê xuyakirin ku sînemevanên kurd li ser riya derhênerê nemir Yilmaz Güney dimeşin.
Filmên Kurdî bi giştî xwedî aliyekî xurt yê „belgeyî" ne. Lêbelê di wan de hêzeke helbestî û xeyalî jî heye. Derhênerên kurd heta niha hewil didin ku di filmên xwe de „rewşa gelê xwe” ji dinyayê re „rapor" bikin. Lêbelê sînemevanên kurd hêdî hêdî ji xwe re mijarên teze jî dibînin.
Îsal festîval bi filmê Hîşam Zeman yê bi navê „Vinterland – Bûka Zivistanê„ vedibe. Zeman li Kerkukê ji dayik bûye û li Nerwicê sînema xwendiye. Ew yek ji wan derhênerên ciwan e ku weke hêviya pêşeroja sînemaya kurdî têne dîtin.
Di bernama festîvalê de ji hemû perçeyên Kurdistanê, herwiha ji dîasporayê 41 filmên dirêj, kurt û dokumenterî cih digirin.
Di rêza filman “Kurds on the Map” (Kurd li ser nexşeyê) de filmên dawî ku li Kurdistana Iraqê hatine çêkirin têne pêşkêşkirin.
Hin filmên ku yekem car e wê bi hevdu re bêne nîşandan, pêşveçûna sînemayê li Kurdistana azad li ber çavên me radixîne.
Ji rojhilatê Kurdistanê derhênerê navdar Behmen Qobadî bi filmê xwe yê dawî "Nîvê Heyvê" dibe mêvanê festîvalê.
Di festîvalê de li jêr rêza “Li ser rêya Yekîtiya Ewropayê – Kurdên li Tirkiyê” hejmarek ji filmên li ser rewşa Kurdistana Tirkiyê tên nîşandan.
Filmê "Close up Kurdistan" ê Yüksel Yavuz di nav vê rêzê de cihekî taybetî digire. Di vî filmî de Yavuz perdeya reş ji ser şerê dawî yê Kurdan û dewleta Tirk radike.
Di festîvala îsal de filmên ku rewşa zarokên kurd didin nîşandan, dê di nav rêza “Zarokên li ser Sînor" de werin pêşkêşkirin.
Herweha berhemên filimçêkerên jin ên kurd di festîvalê de cihekî taybet digirin. Belgefilmê Buket Aydin „Rûsipiyê Newalê„ tenê yek mînak e.
Em herwiha kêfxweş in ku filmê „The Lark Farm„ ê brayên Taviani di nav bernameya festîvalê de cih digire. Ev filmê giring li ser Komkujiya Ermenan e. Em hêvî dikin ku ev film li Berlîna paytext bibe sedema danûstandineke germ di navbera Ermen, Kurd û Tirkan de.
Bê guman ne tenê ev, gelek filmên balkêş ên din di festîvalê de li benda we ne. Ev film piştî nîqaş û lêgerînên dûrûdirêj ji aliyê komîteya festîvalê ya hilbijartinê hatin destnîşankirin.
Ez li vir spasiya hemû hevalan û hemû kesên ku ji bo pêkanîna vê festîvalê ked dane, dikim. Bê guman spasiya herî mazin gerek em ji şaredarê Berlînê Klaus Wowereit bikin. Hêvîdar im ku hejmara siyasetmedarên filmhez yên wekî wî di dinyayê de zêde bibin.
Em gelek kêfxweş in ku Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê jiyana çandî ya Berlînê dewlemend dike. Herwisa ev festîval dikare rola pirekê di navbera sînemavanên kurd û yên din de bilîze. Ew herweha dikare alîkariya hevdu têgihiştina nişteciyên kurd li Berlînê û civaka elman û çandên cuda bike.
Em hêvîdar in ku emê bikaribin di van heyşt rojên festîvalê de di riya filmên kurdî re bi hevdu re lêgerîneke hunerî û bi nirx pêk bînin.
