Di bernameya festîvalê de çar rêzên filman li ser mijarên bijarte hene:
Li gorî destura Iraqê ya nû Kurdistana Iraqê bû xwedî statuyeke fermî wekî herêmeke federal. Lê berî vê rewşa nû jî filmçêkerên kurd ji sala 1991ê ve li vê herêmê filman çêdikin. Armanca vê rêzê ew e ku balê bikişîne ser guhertinên siyasî û civakî li Kurdistana Iraqê di 15 salên buhurî de. Filmên “Nîvê Heyvê” yê Behmen Qobadî û “Dol” ê Hiner Selîm di nav filmên ku dê bêne nîşandan de ne.
Bi vê rêza filman em dixwazin bala temaşevanan bi taybetî bikişînin ser xebatên filmçêkerên jin ên kurd. Herweha armanca vê rêzê ew e ku balê bikişîne ser şêweyên jiyanê yên kevneşop û nûjen ên jin û mêrên kurd li welêt û koçberiyê. Di çarçeweya vê rêzê de dê tezetirîn filmê derhênera ji Stenbolê Buket Aydîn "Insani-i Kamil” (Rûsipiyê Newalê) bê nîşandan. Ev belgefilm çîroka pîremêrekî dibêje ku li hêrêma çiyayî ya Dêrsimê dijiya. Mirovên li vê herêmê endamên ola mûstîk a Elewiyan bûn. Firk Dede yek ji nûnerên kevn ên vê olê ye, lê jiyana li derûdora wî hatiye guhertin.
Mîna di hemî şeran de li Kurdistanê jî zarokên bêguneh dibin goriyên zordariyê. Bi vê rêza filman em dixwazin balê bikişînin ser çarenivîsa van zarokên li Kurdistanê. Yek ji van filman kurtefilmê "Uğur Kaymaz" ê Burkay Doğan e, ku behsa zarokeke 12-salî dike ku ligel bavê xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê yên tirkî ve hate kuştin. Herweha filmê "Angels Die in the Soil" (“Firişte di nav gemarê de dimirin”) ê Babak Emînî çîroka keçekê dibêje ku ji firotina hestiyên şûnmayiyên Şerê Îran-Iraqê dijî û rojekê ji rojan ligel leşkerekî emerîkî rastî Terorîstekî tê.
Di vê rêzê de film têne nîşandan ku guhertinên di warê rewşa mafê mirovan de eşkere dikin, bi taybetî guhertinên di warên kêşeya tirkî-kurdî de û herweha nasnameya kurdî di rewşa teze ya Tirkiyê de, ku welatê berendam ê Yekîtiya Ewropayê ye. Di yekemîn belgefilmê xwe “38” de Cayan Demîrel şahidên dawî yên Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937/38 li Kurdistana Tirkiyê tîne pêşiya kamera. Filmçêkerê nişteciyê Elmanyayê Yûksel Yavuz di belgefilmê xwe “Clos-up Kurdistan” de çîroka xwe ya şexsî wekî koçberekî bi rewşa teze ya kêşeya tirkî-kurdî ve girêdide.

