Kurtefilm

About Uğur Kaymaz

Derhênerî: Burkay Doğan
Tirkî 2006, 6 deqe, Kurdî, OmeU

Ev film behsa Uğur Kaymazê, şagirtê kurd ê 12-salî, dike ku ligel bavê xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê yên tirkî ve hate kuştin. Ev çîrok mêtafora şerekî ye ku mirovan ji malbatên wan dûr dixe û wan dixe zindanan an jî goran.

Xelat:
2007 Baştirîn kurtefilm di Festîvala Kurtefilman a Navneteweyî li Stenbolê de

Angels Die in the Soil (“Engel sterben im Dreck”)

Derhênerî: Babak Emînî
Kurdistana Iraqê 2007, 30 deqe, Kurdî, OmeU

Da ku ew mesrefa jiyanê ji bo bavê xwe yê nexweş peyda bike, keçeke kurd a iraqî hestiyên leşkerên îranî, ku hîn ji dema Şerê Iraq-Îranê mane, difiroşe. Rojekê ji rojan, ew li ser rêya malê ligel leşkerekî emerîkî rastî Terorîstekî tê.

Mêvan: Babak Emînî (Derhêner)

A Tour in the Bazaar of Dohuk

Derhênerî: Rekeş Şehbaz
Kurdistana Iraqê 2007, 15 deqe, Kurdî, OmeU

Ev belgefilmê ku li bajarê Duhokê li Kurdistana Iraqê hatiye kişandin, nimûneya êşa zarokên kurd e. Mafê wan ji bo jiyanê ji wan tê stendin.

Christmas in Iraq

Derhênerî: Jiyar Gol
Kanada 2007, 26 deqe, Kurdî, OmeU

Filmçêkerê kurdî-kanadî Jiyar Gol jiyana Filehên iraqî ji hundir ve nîgar dike. Lehengên wî keşeyek û du malbat in ku kenîs û herweha malên wan rastî êrîşên Terorîstan hatin. Bi çîrokên wan derhêner jiyana rojane ya Filehên iraqî zeft dike û xwe nêzîkî wê pirsê dike, bê ka çawa Filehên iraqî di orta vê herêma tije pirsgirêk de dijîn û ji kû ew hêza xwe distînin.

Dasti Motavaled Misharad

Derhênerî: Bijan Zamanpira
Îran 2005, 8 deqe

Ev film destan ji nêzayî ve nîşan dide. Ew destên mirovine genc û yixtiyar in, destên karker, destên hestyar, destên zarokên biçûk, destên ku rastî êşê tên û destên ku muzîkê diafirînin...

Ew pîaweî çû bo seyran (A man who went to picnic)

Derhênerî: Rehîm Zabîhî
Kurdistana Iraqê 2008, 12 deqe, Kurdî, OmeU

Du brader û keçxalê wan di tirimbêlê de ne û diçin seyranê. Ji nişkê ve guhertinek di gera wan de çêdibe, dema herdu brader pê dihisin ku ji ber keçê bêrîkfonek kiriye, xwedêgiravî namusa wan binpê kiriye.

Mêvan: Rehîm Zabîhî (Derhêner)

Havîna Sar ("Kalter Sommer")

Derhênerî: Ekrem Kîro
Elmanya 2008, 15 deqe, Kurdî, OmU

Ev film behsa Kurdekî di orta sihî de dike, ku ev deh salên wî ne ku li Elmanyayê dijî û nikare di nav civaka elmanî de integre bibe. Ew bêkar e û ne bi ziman dizane û ne jî têkiliyên wî yên civakî hene. Ji derve ve ew xwe wekî mirovekî xwende dide xuyakirin – û xwe wilo dibîne jî - , lê di rastiyê de ew jiyaneke vala ya bêwate dijî.

Mêvan: Ekrem Kîro (Derhêner)

Hêlîn

Derhênerî: Sibel Akkulak
Tirkî 2007, 13 deqe

Huner û jiyan: Xanimek di banyoyê de rûniştiye, tiştekî nîgar dike, wêne diçirîne, dîsa hewil dide. Ew diçe ber bi pencereyê ve, wê vedike û dengê qêrîna zarokan tê wê... Çîroka hunermendekê, ku tecrubeyine dijwar derbas kirine. Ew hewil dide ku bîranînên xwe bi jiyanê veşêre, lê ew tim zindî ne.

Festîval:           
2008 Filmor-Gezinici-Filmfestival
2008 Internationales Filmfestival Ankara
2008 13. Filmfestival Türkei / Deutschland Nürnberg
2007 Kurdisches Filmfestival London

Hersey Bembeyaz

Derhênerî: Sabîte Kaya
Tirkî 2006, 20 deqe, Tirkî, OmeU

Çîroka mamosteyekî tirk ku dest bi xebata xwe dike, li gundekî ku hin zarok bi tirkî nizanin. Ev film dide dû hewildana mamoste ku bi şagirtan re biaxive.

Festîval:
2008 Kurzfilmfestival in Milano
2007 Ucan Süpürge Filmfestival Ankara
2007 Kurdisches Filmfestival London

If I Go

Derhênerî: Salem Salvati
Îran 2007, 30 deqe, Kurdî, OmeU

Karwan pijîşkek genc e, ku dixwaze bi hevjîna xwe re ji Îranê koçber bibe, da di xebata xwe de bi ser keve û asta jiyana xwe baştir bike. Tek rêya ji bo vê armancê ew e ku mal û milkên bavê xwe bifiroşe. Lê bavê Karwan vê yekê qebul nake, çimkî ew di wê baweriyê de ye ku kurê wî divê piştî mirina wî kevneşopiya malbatê bidomîne û li erdê malbatê miqate be.

Kevoka Spî

Derhênerî: Viyan Mayî
Kurdistana Iraqê 2008, 30 deqe, Kurdî, OmeU

Serdar kevnexwendekarek e ku bi navê namusê tawaneke mezin dike. Ev kurtefilm nîşan dide ku ne tenê keç dibin gorî, ger kuştinek ji bo namusê pêk tê, lê herweha civak û bi taybetî kujer bi xwe. Film dergehan ji bo bersivên gengaz vedike.

Narîn

Derhênerî: Hejar Xorşîd
Kurdistana Iraqê, Jahr, 22 deqe, Kurdî, OmeU

Belgefilmê bi navê “Narîn” êş û perîşaniya zarokan nîşan dide ku mecbur in jiyana xwe wekî karkerên di nav kolanên Kurdistanê de derbas bikin. Kêşeyên aborî zarokan mecbur dikin ku kar bikin, da ku bikaribin alîkariya malbatên xwe bikin. Keça ciwan Narîn, ku goriyek jiyana dijwar e ku malbata wê li jêr dinale, mecbur e bi şev û roj kar bike; wê ji mêj ve dev ji dibistanê berdaye.

Rawestgeh – The Stop

Derhênerî: Haco Şêxo
Brîtanyaya Mezin 2006, 18min, Tirkî / Kurdî, OmeU

Ji ber kêşeyên aborî yên berdewam Îlhan, Hisên, Mistefa û Elî ji Tirkî hatine Ingiltirayê. Li taxa ku Îlhan, Hisên, Mistefa û Elî dijîn, gelek koçber hene. Tevde heman otobusê bi kar tînin. Her êvara ku ew vedigerin malê, ew tên heman rawestgeha otobusan. Lê tevî ku ew ji heman welatî tên, ew gelekî ji hev dûr in. Herçar di cîhaneke bitenê ya di xwe de dijî. ... û dema roja nû dest pê dike, demeke nû dest pê kiriye: Berf dibare. Tenê Mistefa li bendî otobusê ye. Îlhan, Hisên û Elî ne li rawestgehê ne...

Sara – Xewna Jiyanê

Derhênerî: Şiyar Kobanî
Elmanya 2008, 25 deqe, Kurdî, OmU

Ev film behsa berxwedana xanimeke kurd a nişteciya li Elmanyayê ji bo ziman û dîroka xwe yên kurdî dike. Tevî ku malbata wê li malê xwe Kurd hest dike, ew li derve xwe wekî Tirk dide nîşandan. Bav keça xwe bi Tirkekî re dizewicîne, ku jê hez dike, lê nikare evîna wê ji bo çanda kurdî bipejirîne. Ew digihê wê rastiyê ku tek rêya ji bo dîrok û zimanê kurdî di revê de ye, ku wê dibe çiyayên Kurdistanê, nîşana serhildana kurdî.

Şîn ("Die Totenklage")

Derhênerî: Gazi Köroğlu
Tirkî 2007, 10 deqe, Kurdî, OmU

Ev kurtefilm behsa tenêtiya pîrejinekê li gundê Kürecik li Malatya dike, ku kurê wê bi penceşêrê mir.

Sînor ("Border")

Derhênerî: Sattar Chamani Gol
Îran 2007, 10 deqe, Kurdî, OmeU

Dema malbateke iraqî bûka xwe ji Îranê tîne, rastî polîsên sînor tê û tê mecburkirin ku bide ser rêyeke din, da ku bigihê welatê xwe.

Tembur

Derhênerî: Hannes Treiber
Elmanya 2007, 7 deqe, Elmanî

Mirov wekî koçberekî kurd dikare çi bike? Mirov dibe karmendê paqijkirina kolanan û rastî hevpîşeyên bê rehim tê. Tiştek xerab e ku mirov bi xwe nexweş be û ji ber vê yekê nikaribe li sazê xîne û muzîkê çêke – û li malê keçeke biçûk bendewar e. Lê ew rojekê ji rojan tiştekî li dijî vê rewşa bavê xwe dike.

Mêvan: Hannes Treiber (Derhêner)

Festîval: 2008 13. Filmfestival Türkei / Deutschland

The Struggle for Justice. Leyla Zana. A Symbol of Courage

Derhênerî: Jiyar Gol
Kanada 2002, 10 deqe, Kurdî, OmeU

Ev belgefilm behsa jineke balkêş dike ku xewnên wê ji bo azadiyê wê tînin pêşiya hilbijartineke nayê tesewirkirin di navbera jiyana bi malbata wê re an jî berxwedanek ji bo azadiya mirovên wê de. Çîroka wê çîroka Kurdên li Tirkiyê ye.

Weg-Sehen-Asyl

Derhênerî: Rindo Sur
Elmanya 2007, 7 deqe

Rindo Sur di filmê xwe "Weg-Sehen-Asyl" de behsa tecrubeya xwe ya di doza penaberiyê de dike.

Mêvan: Rindo Sur (Derhêner)

White Mountain

Derhênerî: Taha Kerîmî
Îran 2006, 30 deqe, Kurdî, OmeU

Di salên notî de, di dema şerê navxweyî li Kurdistanê de, li herêma çiyayî nêzîkî Qendîl partiyên siyasî yên nû têne damezirandin. Yixtiyarê gund Feqî Braim, ku ji mêj ve li wir dijî, dikeve nav bûyerên siyasî û dibe berpirsê ji bo veguhestina miriyan li herdu aliyan.

Mêvan: Taha Kerîmî (Derhêner)


A Tour in the Bazaar of Dohuk


Havîna Sar ("Kalter Sommer")


If I Go


’Rawestgeh’ – The Stop


DEUTSCH


5. Kurdisches Filmfestival Berlin - 2008
Zum Seitenanfang springen