Şewket Emîn Korkî di sala 1973ê de li bajarê Zaxo li Kurdistana Iraqê ji dayik bûye. Di sala 1975ê de ew ligel malbata xwe ji ber çewisandinên rêjîma Iraqê koçberî Îranê bû û ta 1999ê li wir ma. Ew li Kurdistana Îran û Iraqê di warê şano, televizyon û sînema de xebitiye. Hin ji filmên wî yên ku beşdarî gelek festîvalan bûne, hatine xelatkirin. Wî di sala 2002ê de li Kurdistanê yekemîn Festîvala Kurtefilman amade kir.
Filmografie:
2006 Crossing the Dust
2003 Threat
2002 Passage
2000 When it rains
1998 Trap door
1997 Ballons fly
