Filmên Dirêj

Crossing the Dust

Derhênerî: Şewket Emîn Korkî
Kurdistana Iraqê 2006, 75 deqe, Kurdî, OmeU (orîgînal bi jêrnivîsên ingilîzî)

Filmçêker û nivîskarê kurd wêneyekî hestyar ji roja rûxandina Sedam Hisên bi çavên du Pêşmergeyên nîgar dike, dema herdu li ser kolanekê rastî kurekî ereb ê kin ku digirî, tên. Ê yekem, ku birayê wî tê bîra wî, dilê wî bi kurik dişewite û dixwaze alîkariya wî bike. Lê Pêşmergeyê din pêşî naxwaze tiştekî bike. Bi ser halan de jî navê kurik Sedam e. Ev film hin elementên sivik ji herdu genreyên filman Şer û Roadmovie stendine. Ji aliyekî ve aspketên kirêt ên şer derdikevin holê, ji aliyekî din ve ta radeyekê ton sivik e, çimkî di vî filmî de çîrokên mirovan têne gotin. Filmek tije hestên tenik, henek û xemgînî, ku babet û bûyerên wî di rîtmeke baş de dimînin.

Xelat:
- Xelata ji bo baştirîn derhêner û herweha Xelata Rexnegiran di 20emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Netpakê de
- Alhambra ya Zêrîn û Bronz di yekemîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Granadayê de
- Xelata taybetî ya Jury di nehemîn  Festîvala Filman a Navneteweyî     ya Osians Cinefan li New Delhî de
- Hanomanê Zêrîn ji bo baştirîn filmî di duyemîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Jogja Asia Netpak de
- Berendamê ji bo yek ji baştirîn derhêneran di çarçeweya Asia Pacific Screen Awards de

Dol. Tal der Trommeln

Derhênerî: Hiner Selîm
Herêma Kurdistanê / Fransa / Elmanya 2006, 94 deqe, Kurdî / Tirkî, OmU

Di roja zemawenda wî û piştî kêşeyekê bi leşkerên tirkî yên li gundê wî, Azad mecbur dibe ku ji gundê xwe yê li Kurdistana Tirkiyê bireve. Ew li herêma Kurdistanê ya federal li bakurê Iraqê û herweha li ser rêya xeternak ber bi Kurdistana Îranê ve ew rastî hin çarenivîsên kurd ên din dibe. (www.dol-der-film.de)

Mêvan: Hiner Selîm (Derhêner), Şivan Selîm (Leystikvan), Nazmî Kirik (Leystikvan)

Festîval:           
2008 Internationales Filmfestival Singapur
2008 Human Rights Filmfestival Montreal
2007 Berlinale (Forum)

Half Moon

Derhênerî: Bahman Ghobadi
Kurdistana Iraqê 2007, 113 deqe, OmeU

Piştî rûxandina dîktatorê Iraqê Sedam Hisên stranbêjê navdar, ecêb û yixtiyar Mamo û deh kurên wî didin ser rêya Iraqê, da ku dawiya çewisandina muzîka kurdî pîroz bikin. Ji bo muzîkê dengê stranbêjeke jin pêwîst e, ku li Îranê qedexe ye. Grûp mecbur dibe ku stranbêja jin Heşo, ku dixwaze hestê serketinên xwe yên dema buhurî vegerîne, bi qaçaxî bi xwe re bibe Iraqê. (www.mijfilm.com)

Mêvan: Behmen Qubadî

Xelat:  
- 2007: Xelata Temaşevanan – Festîvala Filman a Navneteweyî li Stenbolê
- 2007: Xelata Amnesty International – Çaremîn Festîvala Filman a Navneteweyî li Lissabonê
- 2006: Jury Award ji bo baştirîn pirtûka film – Festîvala Filman a San Sebastian
- 2006: Xelat ji bo baştirîn sazkirina wêneyan – Festîvala Filman a San Sebastian
- 2006: Xelata Zêrîn – Festîvala Filman a San Sebastian

Heaven in Mirror

Derhênerî: Mesud Arif Salih, Ako Ezîz Mîrza 
Kurdistana Iraqê 2007, 52 deqe, OmeU

Baweriya mirovan bingeha olê pêk tîne, lê ji kîjan xalê mirov dikare ji xwe re biryarê bide ku bawer bike yan neke? Bê guman hingî dema mirov xwe û jiyana xwe fêm kiribe. Ev xalên han ji zaroktiya me de di mejiyên me de bi cî bûne: Guneh..., Dojeh..., Ezman..., Xwedê... Ev tevde bûn beşek ji giyanê me. Di vî filmî de sirûşt pirsa giyanekî azad û lîberal dike. Ji dema zaroktiya wî de mirov dixwaze hilkişe ezman, Xwedê bibîne û çend pirsan jê bike. Lê ji ber ku giyan û herdu çav ditirsin, mirov ji xwe re neynikekê dike alîkar. Dibe ku em Xwedê û ezman di neynikê de bibîbin, dibe...
(Cara yekem li Elmanyayê tê nîşandan)

Hoppet

Derhênerî: Petter Naess
Swêd, Nerwic, Elmanya, 2007, 90 deqe, Elmanî

Azadê 12-salî jorbazderek ji dil e. Lê li welatê wî li Rojhilata Navîn şerê navxweyî li dar e û ew karyêreke jorbazderiyê tenê dikare di xewnan de bibîne. Rojekê ji rojan malbata wî biryarê dide ku koçberî Elmanyayê bibin, li cem mirovine xwe. Wekî destpêk plan ew bû ku Azad û birayê wî yê ji wî bi du salan mezintir Dicle koçber bibin – dê û bav dê hewil bidin di zûtirîn dem de xwe bigihînin wan. Pir dereng Azad û Dicle bi rê de pê dihisin ku qaçaxçiyan ew xapandine, û wilo zarok digihên Stockholmê. Azad bextewar e ku ew hevalinan peyda dike ku alîkariya wî dikin. Dema ew di yana werzişê ya dibistanê de dikare talenta xwe ya bazderiyê pêşkêş bike û taxim ji bo pêşbirkekê tê vexwendin bo Berlînê, Azad vê yekê wekî derfetek baş dibîne ku li dê û bavê xwe bigere. (Wateya “Hoppet” him “bazderî” ye, him jî “hêvî” ye.)

Xelat:
2007: Xelata Lucas a 30emîn Festîvala Filmên Zarokan a Navneteweyî – Xelata Don-Quijote a FICC

La masseria della allodole appunti dal set (The Lark Farm)

Derhênerî: Paolo Taviani, Vittorio Taviani
Îtalya/Bulgaristan/Spanya/Fransa 2007, 122 deqe, îtalî, OmeU

Malbata Avakian malbateke ermen ya dewlemend e. Aram, xwediyê erdên mezin e ku li bajarokekî tirkî dijî, û Assadour, pijîşek serketî ji Venezia, du endamên vê malbatê ne. Herdu braderan ji mêj ve hevdu nedîtiye û dixwazin hevdu li Ermenistanê bibînin. Çaxê ku Assadour xwe ji bo rêwîtiya welêt ve amade dike, beşê malbatê li Ermenistanê dest bi amadekirina navenda xwe ya kevn ji bo mêvanên ji biyaniyê dike. Lê di vê demê de rewşa siyasî bi şêweyekî dijwar tevlihev bûye. Ji dema bidestxistina desthilatdariyê di sala 1913ê de xewna Ciwanturkan ew e ku Dewleta Tirkî ya Mezin pêk bînin; Îtalya û Fransa di sala 1915ê de li dijî Tirkî û Nemsayê/Austryayê dibin yek. Assadour hêvî dike ku bikaribe ji Îtalyayê biçe ber bi welatê xwe ve, lê nikare, çimkî li Ermenistanê dinya xerab dibe. Ciwanturk fermana komkujiyekê li dijî Ermenan didin. Aram û malbata wî jî li ciyê ku xwe lê veşartine, têne dîtin. Mêr têne kuştin, jin koçberkirin – rêwîtiyek ber bi mirina teqez ve, lê jinên Avakianyan parêzvanek heye. Lê hîn gelek ji xaniman re maye ku bigihên devera ewle...

Û Nergiz Bişkivîn

Derhênerî: Mesud Arif Salih, Hisên Hesen Elî
Iraq / Fransa 2005, 80 deqe, Kurdî, OmeU

Lehengê ciwan ê vî filmê li ser berxwedana Kurdên Iraqê li dijî hikumeta Sedam Hisên di salên hefteyî de dikeve nav rêzên Pêşmergeyan. Lê di berdewamiya çîrokê de ew her ku diçe bêtir li ser mesela şerê çekdarî wekî alavake siyasî dikeve gumanê. Li şûna vî tiştî mijarên wekî mirovayetî, lêbuhurandin û daxwaza jiyaneke hevbeş a çandên cuda bêtir bala wî dikişînin.

Xelat:
Xelata Juriyê ya Amnesty International li Berlinale 2006

Vinterland

Derhênerî: Hîşam Zaman
Nerqic 2007, 52 deqe, Nerwicî / Kurdî, OmeU

Rênas penaberek kurd e ku li devereke çep li bakurê Nerwicê dijî û di civaka nerwicî de baş integre bûye. Hertiştê ku jê re pêwîst bin, li cem wî heye, tenê jinek jê kêm e. Di rêya ajanseke zewacê ya iraqî re ew bi jineke kurd re dizewice: Fermêsk. Lê dema Fermêsk digihê Nerwicê, zewaca wan rastî destpêkeke dijwar tê. Ne mêrê wê, ne jî welatê nû li gorî wê nerînê ne ku wê ji xwe re li ser wan çêkiribû. Rênas jî ji xwe re wêneyek din ji Fermêsk çêkiribû, bi taybetî piştî ku xanima wî li xwe mûkir tê ku wê keçkaniya xwe winda kiriye.

Mêvan: Hîşam Zaman (Derhêner)

Festîval:
2007 Tromsø International Film Festival
2007 Exile Film Festival, Gothenburg
2007 Mannheim-Heidelberg International Film Festival
2007 Arab Film Festival - San Francisco
2007 Arab Film Festival - Los Angeles
2007 Nordische Filmtage Lübeck, Germany
2007 Kolkata Int'l Filmfestival
2007 Festival International Du Film De Montagne D'Autrans, France
2007 London Kurdish Film Festival
2008 Scandinavian Film Festival, Los Angeles
2008 Febiofest - Prague Int'l Film Festival
2008 St. Paul Film Festival, Minneapolis, USA
2008 Trento Mountain Film Festival, Italy

Xelat:
2007 Xelata Amanda ji bo baştirîn leystikvan – IFF a Nerwicî
2007 Grand Prix José Giovanni: Festival International Du Film De Montagne D'Autrans


Crossing the Dust



Dol. Tal der Trommeln



Heaven in Mirror



Half Moon



Vinterland


DEUTSCH


5. Kurdisches Filmfestival Berlin - 2008
Zum Seitenanfang springen