Seitenmenü: Navigation | Text

Kurdisches Filmfestival Berlin

Berlin, 10.-17. Dezember 2006

Workshops, Seminare, Veranstaltungen



Herzlich Willkommen

Sînemevanên hêja cardin merheba! 


Em gelek kêxweş in ku 4 .Festîvala Filmên Kurdên li Berlina paytext tê lidarxistin.

Di festîvalê de bêtirî 30 filmên  kurt, dokumenterî (belgeyî) û yên dirêj wê ji temaşevanan re bêne pêşkêşkirin.
Wê vê salê berhemên herî nuh ên sînemavanên kurd ji Kurdistanê û her weha ji diyaspora jî di navbera 10-17ê meha 12an li Berlinê bêne temaşekirin.
Wek salên derbasbûyî me îsa jî hewilda ku em ji her çar perçeyên Kurdistanê  sînemavanên kurd û berhemên wan bikin  mêvanên bernameya festîvalê.
Bêguman îro Berlin yek ji navendên herî giring ên çand û  sînemaya cîhanê ye.
Em gelek  kêfxweş in ku Festîvala Filmên Kurdî gav bi gav dibe perçeyek ji jiyana  kulturî ya paytexta Elmanyayê.

Festîvala Filmên Kurdî bi filmê Ayşe Polat  yê bi  navê “En Garde” ve  destpê dike.
Derhênera kurd bi vî filmê xwe ve li  Festîvala Navnetewî ya Locarno xelata zîv wergirtibû.

Vê salê mijareke giring ya festîvalê rewşa jinên kurd li welêt û derveyî welêt e.
Bi filmê xwe yê dokumanterî „ Vandetta  Songs“  re  Eylem Kaftan ji  Kanada heya gundekî Diyarbekirê li pey şopa kuştina  meta xwe dikeve.
 
Erwan Briand  bi filmê xwe yê bi navê „ Jinên  Çiyayê Ararat“ û Yusuf Yesil bi filmê xwe yê bi navê „ Di navbera dinyayan de“  du pencereyên giring bi ser rewşa jina kurd ve vedikin.

Filmê Jelal Jonroy „David û Leyla“ ji Emerîka evîna keçeke kurd û xorteke cihû tîne ser perdeya spî. Em bawer dikin ku wê ev film bala we bikşîne.

Derhênerê kurd Mano Xelîl îsal bi 2 filmên balkêş dibe mêvanê festîvalê.
 
Filmê „David ê Tolhildan“ yê M. Xelil serpêhatiya ciwanekî swêsrî di nav şervanên kurd de pêşkêş dike.

Festîvala îsal ya filmên kurdî cihekî giring dide derhênerên ciwan.

Ji Belcîka Binefşa Bêrîvan bi filmê xwe yê bi navê “Şop - Xelkê  Melekê Tawis” dibe mêvana festîvalê.

Ji Norwêcê Hisam Zaman bi yekem filmê xwe yê bi navê “Bawke” ku di festîvalên navnetewî de serkeftineke mezin bi dest xist, beşdarî festîvalê dibe. Zaman yekem car e li Berlinê derdikeve pêşberî temaşevanên kurd.
 
Her weha ji her çar perçeyên Kurdistanê derhênerên ciwan ên wek Rehêm Zebihi, Mujde Arslan, Nazmi Kirik, Akram Kiro û gelek navên din bi berhemên xwe ên pêşîn li Berlinê amade dibin

Em hêvî dikin ku festîval bikaribe di 8 rojên xwe de wêneyeke giştî ji sînemaya kurdî pêşkêşî sînemehezan bike. 

Her weha em hêvî dikin ku ev festîval ne tenê bibe pirek di navbera sînemavanên kurd û elman de, belkû bibe pişikdariyek nirxdar ji bo jiyana pirrengî ya Berlinê û toleransa di navbera kurdên li vir dijîn û civakên din de bihêztir bike.

Ji we tevan re kêfxweşî û serfiraziyê dixwazim, bi hêviya ku em di her heyşt rojên festîvalê de hev bibînin..

Mehmet Aktas



 
DEUTSCH